Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER PERWERDEYEK JI RÊVEBERÊN SAZIYAN RE VEKIR

Nivîsgeha perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser bi armanca pêşxistina karê dezgehan û xurtkirina mekanîzmeya kar, perwerdeyek ji rêvebirên encumen û saziyan re vekir.

Li gorî rêvebirên akademiyê dê semîner li ser paradîgmaya neteweya demokratîk, dîroka jin û karûbarên darayî werin dayîn.

Bi armanca xurtkirin û pêşxistina karê sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, nivîsgeha perwerdeyê ya encumena cîbicîkar dewreyek bi navê şehîd Ferhad Dêrik vekir.

Perwerde bi beşdariya 22 rêvebirên ji herêmên cuda, li akademiya Şehîd Hevrîn Xelef a li Reqayê dest pê kir û biryar e ji bo heyama 35 rojan bidome.

Hevseroka encumena cîbicîkar a Rêveberiya Xweser, Bêrîvan Xalid behsa armancên perwerdeyê dike.

Li gorî rêvebirên akademiyê dê semînerên bi sûd ji bo rêvebiran werin dayîn.

Ev dewreya 3’emîn ku di vê akademiya bîrdozî re derbas dibe û Rêveberiya Xweser bi rêya van perwerdeyan dixwaze navgîneke xurt bi gel re were avakirin.