Kanala ROJAVA TV

ENDAMÊN MALBATA KU JI BER KIVARKÊN JEHRÎ NEXWEŞ KETIBÛN TÊNE DERMANKIRIN

nexweşxaneya zarokan û nexweşxaneya niştimanî ya girêdayî desteya tenduristî ya bajarê Reqayê, pêşwazî li malbatek ku ji 26 kesan pêk dihatin ku bi nexweşiya jehriya kivarkê ketibûn kirin..

Bijîşkê bi navê Semi’o Osman behsa çawaniya wergirtina wan nexweşan dike.

Beriya du rojan nexweşxaneya zarokan û nexweşxaneya niştimanî ya bajarê Reqayê pêşwazî li malbatek ji 26 kesan pêk dihat kir. Ev malbat ji gundê Ebû Wehl ê dikeve gundewarên rojhilatê bajarê Reqayê ye, ji ber ku kivarkên jehrî xwarine, hemû bi jehrî  ketin.

Bijîşkê bi navê Semi’o Osman behsa awayê pêşwazîkirina wan nexweşan dike û encamên pêşnerînên xwe eşkere dike.

Ebdulkerîm Ubeyd ku ji xelkê gundê Ebû Wehle, detayên bûyera ku bi serê malbatê de hatiye ji ROJAVA TV vedibêje.

Derbarê vê bûyera ku li herêmê rû dide, Komîteya Tenduristiyê ya bajarê Reqayê daxuyaniyek da û da zanîn ku di ecnamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane. Nexweşên din jî di lênerîneke giran de ne.