Kanala ROJAVA TV

NÊZÎKATIYÊN DI NAVBERA ENQERE Û ŞAM DE TEMÊNÊ KIRÎZA SÛRIYÊ DIRÊJTIR DIKE  

Têkildarî nêzîkbûnên dewleta tirk û hikumeta şamê Cîgerê Hevserokatiya encumena GiştÎ a Rêveberiya Xweser Yasir Silêman û Endamê Encumena Giştî a PYDê Mihemed El-Nasir jÎ ji Rojava TV re axivÎn û gotin dê ev nêzîkatîyên dewleta Tirk bi Hikumeta Şamê re li ser hesapê gel Sûriyê pêk were .

Piştî derdora 11 salan ji aloziya Sûriyê, serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan dest ji bangên hilweşandina rejîma Sûriyê berda û daxwaza lihevhatineke pê re kir da ku şerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

derbarê mijarê de Cîgerê Hevserokatiya encumena GiştÎ a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir Silêman ji Rojava TV re axivî û got dewleta tirk a dagirker ji bo berjewendiyên xwe ên qirêj niha xwe nêzî Hikumeta Şamê dike.

Her wiha Endamê Encumena Giştî a Partiya Yekîtîya Demokratî PYDê Mihemed El-Nasir jÎ diyar kir ku nêzîkatÎ û lihevkirinên dewleta Tirk bi Hikumeta Şamê re wê li ser hesabê gelê Sûriyê be .

PiştÎ hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî projeya Rêveberiya Xweser vala derket. Niha jî nêzîkatîyên dewleta Tirk bi Hikumeta Şamê re hewildaneke nû a pêkanîna planên qirêj ên her du dewletan li dijÎ projeya Rêveberiay Xweser e .