Kanala ROJAVA TV

SALVEGERA 5’EMÎN A DAMEZRANDINA RÊVEBERIYA SIVÎL A TEBQAYÊ HAT PÎROZ KIRIN

Bi boneya salvegera 5 emîn a damezrandina rêveberiya sivîl a tebqayê komîteya çand û hunerê ya tebqayê yekemîn festîvala stranên niştîmanî li dar xist .

Di festîvalê de nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên sivîl ên Reqa û Tebqayê, Encumenên leşkerî û bi dehan şêniyên bajêr amade bûn .

Di festîvalê de li ser navê Rêveberiya Sivîl a Tebqayê û desteya çand û hunder ya tebqayê axaftin hatin kirin .

Berdevka Kombûna jinên zenûbiya ya Reqa û gundewarê wê Xod Îsa El Elî salvegera 5 emîn a damezrandina rêveberiya sivîl a tebqayê pîroz kir û got piştî rizgarkirina tebqayê ji Çeteyên DAIŞ ê rêveberiya sivîl a tebqayê gelek destkeftî bi dest xist .