LI REQAYÊ REWŞA JINAN Û TUNDÛTÛJIYA LI DIJÎ WAN HATE NÎQAŞKIRIN
Encumena jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo nîqaşkirina tundûtujiya li dijî jinan, panelek li bajarê Reqayê li dar xist.
Nûnerên rêxistin û tevgerên jinan, çalakvanên sivîl û jinên bajarê Reqayê beşdarî panelê bûn.
Di panelê de rewşa jinan a li herêmê û tundûtûjiya ku li hemberî wan tê bikaranîn, bi berfirehî hate nîqaşkirin.
Her wiha cudahiya di navbera her du zayendan de û ferqa ku civak dixe navebra wan de, bûn mijarên sereke yên nîqaşê.
Di heman demê de çawaniya rêgiriya li pêş tundûtûjî û binpêkirinên li dijî jinan jî hatin nîqaşkirin û beşdaran nêrînên xwe anîn ziman.