Kanala ROJAVA TV

KONFERANSA 4ʹEMÎN A KONGRA STAR A HERÊMA EFRÎNÊ BI BIRYARAN BI DAWÎ BÛ

Di konferansa 4ʹemîn a Kongra Star a herêma Efrînê de Endama Navenda Şêwermendiya Diblomasî Nûrşan Husên diyar kir ku Di wextekê de jin rastî êrîşên tunekirinê tên, li çar aliyên kurdistanê silogana “jin jiyan azadî” bûye mala jinan.

Duh Konferansa 4ʹemîn a Kongra Star a herêma Efrînê bi diruşmeya “Bi rihê Jiyan û Zeyneban em ê destkeftiyên şoreşa jinê biparêzin û bi ser bikevin” û bi beşdarbûna 300 delegeyî dest pê kiribû.

Di konferansê de Endama Navenda Şêwermendiya Doblomasî Nûrşan Husên diyar kir ku Di demekê ku jin rastî êrîşên qirkirin û tunekirinê tên, li çar aliyên kurdistanê silogana “jin jiyan azadî” bûye mala jinan.

Nûrşan Husên da zanîn ku Xwedîderketina li jin û civakê her wiha xurtkirina aboriya jinan, ji xebatên sereke ya kongra star e.

Piştî nirxandin û nîqaşên berfereh têkildarî xebata jinan, fonferans bi gelek biryaran bi dawî bû.

Ji wan biryaran: ji bo misogeriya azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bilindkirina asta têkoşînê, zêdekirina dewreyên perwerdeyê ji bo herdu zayendan û piştevaniya Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star.