Jinên ji Serêkaniyê û girê spî yên ji ber êrişên dagirkeriya dewleta tirk koçberî bajarê Reqayê bûne, diyar kirin ku dewleta Tirk li dijî sivîlan bi balafir û topbanê komkujî pêk anîn.
Jinan hêviya rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî kirin..
Di dîroka 9`ê Cotmehê, dagirkeriya tirk û çeteyên wê êrişî Serêkaniyê û girê spî kirin, sivîl kirin hedef û komkujî derheqê wan de pêk anîn, ji ber vê yekê pêkhateyên li bajêr neçar man koçberî herêmên herî ewle bibin.
Jinên ji Serêkaniyê û girê spî yên ji ber êrişên dagirkeriya dewleta tirk koçberî bajarê Reqayê bûne
, wisa Çîrokên koçberiya xwe vedibêjin
Her wiha jinên koçber bi dilekî bi êş û şewat gotin: Em tiştekî naxwazin, tenê li bajar, mal û dibistanên xwe vegerin.
Di 9ê Cotmeha îsal de sê sal li ser dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê Dewleta Tirk û çeteyên wê ve derbas dibin. Di van sê salan de dewleta Tirk û çeteyên hemû sûcên dermirovî û exlaqî pêk anîn..
