Îro salvegera koça dawî a hunermendê çiyayê kurmênc û binavûdeng Cemîl Horê ye . Ew Yek ji dengên nemir ên welatê dara zeytûnê ye
Cemîl horo bi dengê xwe yê zîz û xweş dikarî bû êşa gelê xwe û kurdistanê bîne ziman .
Ew jiyaneke tijî ked ,huner û welatparêzî derbas kir .
Her Kurdek dengbêjek e, lê her dengbêjek nikare hêsr bibe û pelên dara zêtûnê biweşîne. Cemîlê Horo yek ji wan dengbêjan e ku dikarî pelê dara zeytûnê biweşîne.
Hunermendê Çiyayê Kurmênc ê binavûdeng Cemîl Horo di 10’ê adara sala 1934’an de li gundê Serîncekê yê girêdayî bajarê Efrîna dagirkirî, ji dayîk bûye.
Horo, di 10 saliya xwe de li ba feqe; Mihemed Şêx Heyder li gundê Çolaqa şagit bû. Di rojekê de feqe wî dertîne û jê dixweze ku, rûyekî ji Quranê bixwîne, lê li şûna ayetan, sirûda Fîlestînê bi dengekî pir xweş û delal distire.
Horo, bi vê awayî dest bi stran û dengbêjiyê dike û heya salên 60’î li şahiyan sitranên zargotinî digotin û li derûdorê salên 1965’an sitranên xwe yên pêşîn, li bajarê Helebê, daxistine ser sêlikan. Mîna; sitranên Memê Alan, Feteh beg, Ûsibê Şer, Xana Dinê, Eyşa Îbê, Dizo, Cebelî, Xemê Zalim, Tosino, Wey lawo.. Lo bavo û.. hwd.
Di dema yekbûna Sûryê û Misirê de, Horo ji ber stranên xwe yên welatparêzî çend caran hatiye zîndanwerkirin û êşkencekirinê jî dîtiye.
Piştre di sala 1970’î de, ji ber zilm û eşkenceya hikumeta Sûriyê koçî Bakurê Kurdistanê kiriye û elbûma xwe ya duyemîn li wir derxistiye. Di wê demê de, ew û Eyşe Şan û Kemal Ûrgun bêhtir hevdu dinasin û bi hev re sêlikekê tomardikin.
Piştre ew ji ber zextên polîsan koçî başûrî Kurdistanê dibe . Dûra ew vedigere Sûriyê, ji nû ve, dest bi karê xweyî hunerî dike. Cemîl Horo, li rex zimanê kurdî di zimanê, tirkî û erebî de jî şareza bû. Her wiha hizra netewî di stranên Horo de xuyaye.
Hunermendê Çiyayê Kurmêc Cemîl Horo piştî ked û jiyaneke tijî huner û welatparêzî, di 19 îlona sala 1989’an li nexweşxana Ibin Rişd koça dawî kir û li zayreta Henên li gel hevalê xwe Nûrî Dêrsimî hat veşartin.
Beriya Hunermendê Çiyayê Kurmênc Cemîl Horo çavan bide hev, ji kurê xwe piling re gotiye ku: piştî ez mirim û rojekê Kurdistan avabû; defekê bîne ser tirba min û li ber serê min lêxe û bêje rabe bavo rabe xwena te bi cih hat”
