Hevseroka Encumena Cîbcîkar a Bajarê Minbicê Nazîfe Xelo salvegera 4 a damezrandina Rêveberiyên Xweser a bakur û rojhilatê sûriyê pîroz kir her wiha diyar kir ku Projeya Rêveberiya Xweser ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên dîrokî ava kir.
Di 6`ê Îlona 2018’an de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate damezrandin.
Tevî planên astenkirin û têkbirinê ku li hember Rêveberiya xweser hatin meşandin. Lê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû projeyeke nîştimanî ya Sûriyê.
Têkildarî mijarê Hevseroka Encumena Cîbcîkar a Bajarê Minbicê Nezîfe Xelo salvegera 4 a damezrandina Rêveberiyên Xweser û Sivîl pîroz kir her wiha diyar kir ku Projeya Rêveberiya Xweser ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên dîrokî ava kir.
Her wiha Nezîfe Xelo anî ziman ku Rêveberiya xweser hevgirtina pêkhateyên li herêmê kir xebata xwe ya sereke.
Li gel alozî û tevliheviya li Sûriyê, projeya Rêveberiya Xweser destkeftiyeke mezin ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Rêveberiyê, gelek herêm ji şerên ku welat wêran kirin, parast û ewlehî û aramî lê pêk anî.
