Hevserokê partiya Yekîtiya demokratîk a bajarê minbicê Mehmûd Cimo ji Rojava tv re got Armanca dewleta tirk ji êrîş û kiryaran tunekirina gelê herêmê û koçberkirina wan e.
Rêvebira Encumena Jin a heman partiyê Rîm Derwîş jî diyar kir ku: Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê ne tiştekî nû ye, û ev yek tirsa dewleta tirk ji projeya Rêveberiya xweser a ku tevahî pêkhateyên herêmê digire nava xwe, nîşan dide.
