Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Êrîşa Li Ser Şengalê Şermezar Kirin 

Rojava Tv
1 Min Read
Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Êrîşa Li Ser Şengalê Şermezar Kirin

Li djî Êrîşa  Dewleta Tirk a dagirker ya li ser Şengalê, Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Daxuyaniyek da..

bi dehan Koçberên Efrînê, Endamên Saziyî û Desteyan beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn..

Di daxuyaniyê de Êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şengalê bi tundî hate şermezar kirin û hate gotin ku her dem Dewleta Tirk a dagirker fermanan bi ser gelê şengalê de tîne..

Û hate gotin ku  Dewleta Tirk a dagirker bi riya Êrîşên xwe dixwaze gelê Kurd bi giştî tune bike..

Her wiha bang li civaka Navneteweyî û Rêxistinên mafê mirovan hate kirin ku li hember Êrîş û kiryarên Dewleta Tirk a dagirker bê deng nemînin û sînorekî ji kiryarên dagirkeriyê re deynin

Share This Article