Kanala ROJAVA TV

Komîteya Edaleta Civakî Li Reqayê Karê Xwe Didomîne

Komîteya edaleta civakî ya girêdayî nivîsgeha kombûna jinên Zenûbya li bajarê Reqayê karê xwe didomîne.

Komîte li ser çareserkirina pirsgirêk û dozên jinan li bajarê Reqa û gundewarên wê karê xwe bênavber didomîne.

Nivîsgehê heya niha bi dehan pirsgirêkên jinan çareser kirine.

Têkildarî mijarê endama komîteya edaleta civakî ya nivîsgeha kombûna jinên Zenûbya ya Reqayê Emîne Hemdan got ku me heya niha gelek pirsgirêkên jinan çareser kirine.