Kanala ROJAVA TV

Li Reqayê Amadekariya 3. Mihrîcana Zarokan Tê Kirin

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê amadekariya lidarxistina 3’emîn mihrîcana zarokan dike.

Di mihrîcanê de dê komên mûzîk, govend û şanoyê beşdar bibin.

Her wiha, tabloyên zarokan jî dê werin pêşandan.

Armanca ji mihrîcanê ew e ku piştgiriya zarokan were kirin da ku behreyên xwe pêş bixin.

Li gorî komîteya amadekar, dê mihrîcan di destpêka meha tîrmehê de li bajarê Reqayê were lidarxistin.