Kanala ROJAVA TV

Saziya Olî A Jinan Li Navçeya Til Temirê Panelek Li Dar Xist

Di bin sîwana kongra Îslama Demokratîk ,Saziya Olî ya Jinan derbarê rola jin di civakên beriya Îslamê û piştî Îslamê de û rola wê ya pêşeng di şoreşa Rojava de li Tel Temirê panelek li dar xist.

Panel di bin dirûşmeya “Jin di dema berê û niha de bi nêrîneke rewa, hiqûqî û civakî” de birêve çû.

hejmarek ji kesayetiyên olî, siyasî û civakî yên navçeyê û saziya olî ya jinan li Hesekê û nûnerên kongra Îslama Demokratîk li herêma Cezîrê de amade bûn.

Di panelê rola jinan di civakên beriya Îslamê û piştî Îslamê de û rola wê ya pêşeng di şoreşa Rojava de, her wiha beşdariya wê ya bi hêz di hemû qadên jiyanê yên leşkerî, siyasî û civakî de hate nirxandin.

Rêvebera Saziya Olî a jinan ya Hesekê Xulûd Abdo ji ROJAVA TV re li ser girîngiya vê panelê û gihandina dengê jinên misilman ji bo hemû civakan axivî.