Kanala ROJAVA TV

Parêzerên Reqayê Siyasetên Guhertina Demografîk Şermezar Kirin

Desteya giştî ya parêzerên Reqayê û desteya dada civakî li Reqayê, bi daxuyaniyekê projeya mêtingeriyê ya dewleta Tirk weke têkdana biryara neteweyên yekbûyî ya hejmar 22 45’an bi nav kir.

Daxuyanî li pêş avahiya dadgehê ya bajarê Reqayê hate xwendin û tê de plana Erdogan a bicihkirina milyonek penaberên Sûrî bi tundî hate şermezarkirin.

Di beşekî din a daxuyaniyê de hate gotin ku Erdogan dixwaze sûriyan ji hev qut bike û cudahiyê bixe navbera wan de.

Her wiha plana Erdogan weke binpêkirina zagonên navdewletî û biryara neteweyên yekbûyî ya hejmar 22 54’an hate binavkirin.

Di dawiyê de bang li komkara welatên erebî, civaka navdewletî û hikûmeta Sûriyê hate kirin ku helwest nîşan bidin û daxwaz ji welatên ku destekê didin Erdogan hate kirin ku nebin hevkarên qirkirina gelê herêmê.