Kanala ROJAVA TV

Partiya Sûriya Pêşerojê Li Tebqayê Meşek Li Dar Xist, Gefên Erdogan Şermezar Kir

Partiya Sûriya Pêşerojê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk  a dagirker ên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê û guhertina domgrafya herêmên dagirkirî meşek li bajarê Tebqayê li dar xist.

Endamên partiyê, nûnerên rêveberiya xweser, serok eşîr û welatiyên bajarê Tebqayê beşdarî meşê bûn.

Di meşê de gefên Erdogan û plana bicihkirina milyonek penaberên Sûrî bi tundî hatin şermezarkirin û bang li civaka navdewetî hate kirin ku helwest nîşan bide.

Di dawiyê de daxuyaniyek hate dayîn û tê de hate gotin ku Erdogan dixwaze fitneyê di nava gelê herêmê de derbixe û serweriya axa Sûriyê têk bibe û herêmên aram, aloz bike.

hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê tebqa Ehmed El- Xelef bang li civaka navdewletî kir ku li hemberî gef û planên Erdogan ên qirker helwest nîşan bidin.