Di komxebateke jinan de ku li Qamişloyê hat lidarxistin, rewşa entegrasyonê û mekanîzmaya pêkanîna wê û awayê parastina destkeftiyên jinan hatin nîqaşkirin.
Beşdarên komxebatê diyar kirin ku biserketina hevgirtina jinan wê nimûneya wê li giştî Sûriyeyê bê belavkirin.
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan bi sernavê “Tevlêbûn û destkeftiyên jinan di navbera rastiyê û hêviyan de” komxebatek li darxist.
Komxebat bi beşdariya nûnerên tevger û rêxistinên jinan, çalakvanan û gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hessam li Baxçeyê Xwendinê yê Qamişloyê hat li darxistin.
Di komxebatê de 2 xalên sereke yên girêdayî pêvajoya entegrasyonê û bandorên wê yên civakî û çandî, makanîzmaya entegrasyonê û pêkanîna wê hatin nîqaşkirin.
Li kêleka van xalan rewşa beşdariya jinan û awayê parastina destkeftiyan, dabînkirina beşdariya jinan di cihê biryarê de hatin nirxandin.
Xala yekemîn ji hêla gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hessam ve hat pêşkêşkirin.
Cîhan Hessam got: “Ev 9 meh e peyman hatiye îmzekirin, ev rewş bi kedeke mezin hatiye avakirin, li ser asta pratîkê de hinek astengî derdikevin, ev rewş li giştî Sûriyeyê bi vî awayî ye, gelek aliyên li derve û hundir hene dixwazin pêvajoyê xerab bikin, lê birêxistinkirina wê bi hêz e û kes nikare xerab bike.”
Cîhan wiha pê de çû: “Girêdayî mijara doza jin, rêjeya beşdariya wê li herêmên me ji parêzgehên din zêdetir e, ev bi xwe di nava hişmendiyeke baviksalarî de serkeftineke mezin e, divê em li dijî vê zîhniyetê têkoşîn bikin û dengê jinan bilind bikin.”
Cîhan Hessam destnîşan kir, em nimûneya Sûriyeyê ne, hene yên ku dixwazin tecrubeya me li Siwêda û herêmên din ava bikin, divê em hevgirtina xwe xurt bikin, heke em biserbikevin wê nimûneya me li giştî Sûriyeyê bê belavkirin.”
Xala duyemîn jî ji aliyê endama rêveberiya Nivîsgeha Malbat û Şêniyan Rohat Xelîl ve hat pêşkêşkirin.
Rohat got, Beşdariya jinan ne tenê bi hejmar tê muqayesekirin, em bi rêjeya bandora xwe ya di cihê biryarê de tê dîtin, divê em entgreyê wekî veguhestan karmendan nebînin, ew cihê ku lê pergalên qanûnî, îdarî û civakî tên cem hev e.
Rohat Xelîl di dawiyê de bal kişand ser rakirina Desteya Jinan û paşguhkirina rola jinan di hêla avakirina siyasetê de û diyar kir ku hebûna şeklî bi beşdariyeke aktîv di warê biryarê de têrê nake.
