LI AMÛDÊ TÎMA VOLEYBOLÊ YA JINAN BÊ PIŞTGIRÎ MAYE

Rojava Tv
2 Min Read

Heya nêzîkî salek berê, rewşa werzîşa jinan li herêmê di bin banê Yekîtiya Werzişê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de geş dibû. Lêbelê, bi destpêkirina pêvajoya entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên hikûmeta Sûriyeyê re, rewş guherî.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Amûdê mînakeke berbiçav a vê guhertinê ye; îro tîm bêparê piştgiriya darayî ye û paşeroja wê, ka dê çalakiyên xwe bidomîne yan jî rawestîne, ne diyar e.

Li bajarê Amûdê, ji van lîstikvanan ne şeveq û ne jî jêhatîbûn kêm e, lê tişta ku ji wan re kêm e, piştgirî ye.

Ev tîma voleybolê ya jinan e, Di sala 2023 an de hatiye damezrandin. Tevî hemû zehmetiyan berdewam kiriye. Lê îro, tîm bê nav û bê piştgiriya madî maye.

Wekî destpêk bi navê Tîma Aştî dihat nasîn û piştire bi navê Tîma Stêrk hat nasîn. Lê ji şeş mehan ve, piştgiriya aborî ya tîmê hatiye rawestandin. Berê, tîm ji aliyê klûba Stêrk a girêdayî Partiya Kesk ve piştgirî werdigirt.

Rawestandina piştgiriyê vê tîmê gelek zehmetî li ser tîmê zêde kiriye. Ji bilî kêmbûna pere û derfetên aborî, tîm di warê amûrên werzîşê de jî bi kêmasiyan re rû bi rû maye ye; yek ji van kêmasiyan jî kêm bûna topên voleybolê ye.

Lîstkvanê vê tîmê zehmetiyê ku bi wan re derbas dibin ji rojava tv re anîn ziman:

Kaptên û rahênerê voleybolê Xesan daxwaz ji aliyên peywendîdar dike ku vê tîmê bi halê xwe nehêlin û piştgiriya wan bikin.

Share This Article