li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê, bi amadebûna bi sedan kesî ji malbatên şehîdan û xelkên bajêr, sazî û dezgehên sivîl, 8 şehîdên sala 2024’an bi merasîmekê heybet hatin oxirkirin.
8 şehîdên 2024’an ku li dever û di demên cuda de şehîd bûne, duh bi merasimekê li pekrewangeha Şehîd Dîclê hatin oxirkirin
Merasim bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan ê bajarê Kobanê Hesen Mûş û Eyşe Efendî axivîn.
Axêveran sersaxi ji malbatên şehîdan ra xwestin û diyar kirin ku bi saya şervanên azadiyê azadî serwer dibe û dîrok vê mêrxwaziyê ji bîr neke.
Piştî axaftinan, wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
