TEV-DEM ji bo başkirina rewşa jiyanî, kêmkirina buhayên mazotê, dabînkirina sotemeniyê bi buhayên adilane, başkirina xizmetguzariyên sereke, piştgiriya sektora çandiniyê û rêgirtina I ber gendeliyê, bang kir.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Hesekê têkildarî rewşa jiyanî ya herêmê li Çerxerêya El Itfaiyê ya Hesekê bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl û komînan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew niha di qonaxên herî zehmet re derbas dibin, aloziyên aborî û debarê kûr dibin. Dabînkirina nan, derman, sotemenî û xizmetguzariyên sereke bûne barekî mezin li ser milê her malbatekê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku polîtakayên aborî yên tên dîtin hiştiye ku sotemenî, kehrebe, madeyên xwarinê û derman biha bibin.
Di daxuyaniyê de ev daxwaz ji hikumeta veguhêz û Rêveberiya Xweser hatin kirin:
“- Divê polîtîkayên ku dihêlin bihabûn çêbe bên rawestandin, divê sotemenî bi buhayên adilane û biîstiqrar were dabînkirin.
– Divê piştgirî ji bo sektora çandiniyê bê dayîn û pêwîstiyên berhemdayînê bên dabînkirin, ji bo berhemên xwedî stratêjîk jî buhayên adilane werin dayîn û parastina ewlehiya xwarinê pêk were.
– Divê xizmetguzariya sereke ya kehrebe, av, tenduristî, xebat, nan û rê bê başkirin, binesazî were sererastkirin.
– Divê li gorî rewşa debarê ya şêniyan buhayê kel û pelan were esasgirtin, gumrik bê kêmkirin û rê li ber gendeliyê bê girtin.
– Divê aboriya herêmî bi piştgirîdayîna istismar û berhemdayînê bê aktîvkirin, derfetên xebat bên zêdekirin, bi taybet ji bo ciwan û jinan.
– Divê dosya pevguhertina pereyên kevin bi yên nû bê çareserkirin.
– Vegera ewle ya koçberan pêk were.
– Azadiya giştî were parastin, azadiya nerînê û xebatên siyasî bên misogerkirin, beşdariyeke demokratîk a ji bo hemû pêkhateyên li Sûriyeyê were pêşxistin.
– Divê ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk a giştî xebatek bê meşandin.”
