GERÎNENDEYA HERÊMA QAMIŞLOYÊ PEVGUHERTINA PEREYAN Û DAYÎNA MÛÇEYAN DIŞOPÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Gerînendeya Herêma Qamişloyê ji bo şopandina pêkanîna rêkarên pevguhertina pereyan û mekanîzmaya dayîna mûçeyên malnişînan, serdana Nivîsgeha Postexaneyê kir.

Ji bo şopandina rêkarên pevguhertina pereyên kevn bi yên nû û makanîzmaya dayîna mûçeyên karmendên malnişîn, gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Seyîd Hessam serdana Nivîsgeha Postexanê ya li bajêr kir.

Di gera xwe de Cîhanê asta xizmetguzariyê ya ku ji bo şêniyan tê pêşkêşkirin û zehmetiyên ku şênî dibînin şopandin, ji bo wê jî diyar kir ku divê rêkar bi awayekî hêsan pêk bên û karê şêniyan bi lez bê çareserkirin.

Gerînendeya herêmê bal kişand ser girîngiya hêsankirina pêvajoya karê şêniyan û pêşwazîkirina wan bi awayekî guncaw û da zanîn ku divê li postexaneyê asta xizmetguzariyê bê başkirin û rê li ber bendewariya zêde ya şêniyan bê girtin.

Share This Article