Mamosteyên ku xebatên xwe li ser peymanan dikin ji bo mûçeyên xwe û tespîtkirina navên xwe, li Hesekê çalakiyek li dar xist.
Bi dehan mamosteyên ku xebatên xwe li ser peymanan dikin, ji bo daxwaza tespîtkirina navên xwe di Wezareta Perwerdeyê de û ji ber ku mûçeyên wan nayên dayîn, li ber Avahiya Gerînendetiya Perwerdeyê ya Hesekê çalakiyeke protestokirinê li dar xist.
Çalakvanan pankartên “Em dixwazin navê me bê tespîtkirin û em bêdengiyê red dikin”, “Ji mafê me ye em bijîn” rakiribûn. Çalakvanan ji aliyên peywendîdar xwest daxwazên wan bi cih bînin.
Ev çalakî piştî biryara Wezareta Perwerdeyê ya girêdayî nedayîna mûçeyan ji bo beşeke mamosteyan pêk tê.
