BEREKETA XAKA CIZÎRÊ YA HEZAR SALAN, ÎRO LI QAMIŞLO DI FESTÎVALEKÊ DE GIHÎŞT HEV

Rojava Tv
2 Min Read

Festîvala Genim a Salane ya Yekemîn îro li Qamişloyê hat lidarxistin. Armanca festîvalê ew e ku dîroka genim û qonaxên çandiniya wî, her girîngiya wî ya aborî û çandî nîşan bide.

Ev festîval giringiya genim wekî çavkaniyeke serekî ya jiyanê û aboriya herêmê nîşan dide.

Navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê Festîvala Genim a Salane ya Yekemîn li herêma Cizîrê, li Stadyuma 12’ê Adarê ya Qamişloyê bi beşdariya çend sazî û rêxistinan li dar xist.

Di festîvalê de amûrên destan ên ku di qonaxên cuda yên çandinî û berhevkirina genim de têne bikaranîn û amûrên kevneşopî yên çandiniya genim hatin nîşandan.

Her wiha xwarinên ji genim hatine çêkirin, li gel cureyên nan û xwarinên kevneşopî, şîraniyên gelêrî yên ku ji genim hatine çêkirin, hatin pêşandan.

Di beşeke din de hunerên destan û aksesuarên folklorîk ên ku ji hêla jinan ve ji sinbilên genim hatine çêkirin hatin pêşandan. Beşdarên li qada festîvalê xwarinên kevneşopî jî amade kirin, wekî nanê tenûrê, genimê kelandî û meyîr.

Ev festîval giringiya genim wekî çavkaniyeke serekî ya jiyanê û aboriya herêmê nîşan dide.

Lidarxistina çalakiyên wiha ne tenê vejandina çanda çandiniyê ye, di heman demê de parastina nasname û mîrateya folklorîk a herêma Cizîrê ye ku nifşên nû pê serbilind bin.

Share This Article