ŞÊNIYÊN DIRBÊSIYÊ 14 SALIYA ŞOREŞÊ PÎROZ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Salvegera 14‘emîn a Şoreşa Rojava ya 19‘ê Tîrmehê bi şahiyekê li bajarê Dirbêsiyê hat pîrozkirin. Di şahiyê de soza parastina destkeftiyên şoreşê hat dayîn.

Şahî bi dirûşma “Bi rihê 19‘ê Tîrmehê em ê mafên gelê Kurd mîsoger bikin û Sûriyeya demokratîk bikin” li Parka Şehîd Zevîn hat lidarxistin.

Di şahiyê de ji rêveberên Nivîsgeha Jinan a PYD‘ê ya bajarê Dirbêsiyê Ebîr Hesen axivî, salvegera şoreşê pîroz kir û bi bîr xist ku şoreş bi pêşengiya jin û ciwanan li Kobanê dest pê kir û belavî herêmên din ên Rojava bû.

Piştre Koma Şehîd Xebat a Tirbespiyê, hunermend Comerd û Selman Îbrahîm stran gotin. Beşdaran li ber stranan xelekên govendê gerandin.

Share This Article