MAZOT BIHA BÛYA.. XELKÊ QAMIŞLO DERKETINE XWEPÊŞANDANAN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi dehan şêniyên Qamişlo li dijî bilindbûna bihayên elektrîkê, qutbûna elektrîkê û xirabûna şert û mercên jiyanê xwepêşandan kirin. Şêniyan daxwaza çareserkirina pirsgirêkan kir.

Îro, bi dehan şêniyên Qamişlo li Qada Şehîd Rûbar kom bûn û li dijî bilindbûna bihayên elektrîkê, qutbûna elektrîkê û xirabûna şert û mercên jiyanê xwepêşandan kirin.

Xwepêşanderan pankartên ku daxwaza xizmetên bingehîn û kêmkirina bihayên xwarin û sotemeniyê dikirin hilgirtin.

Xwepêşanderan diyar kir ku rewşa jiyanê ya heyî “xerab e” û rasterast bandorê li jiyana malbatan dike.

Piştre xwepêşander ber bi bazarê ve meşiyan.

Xwepêşanderan diyar kirin ku xwepêşandanên wan heta ku daxwazên wan werin bicîhanîn dê berdewam bikin.

Share This Article