ŞÊNIYÊN CIZÎRÊ Û KOBANÊ CEJNA XWE BI SARDANA PAKREWANGEHAN PÎROZ KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Li tevahî bajarên Cizîrê û Kobanê bi boneya Cejna Qurbanê gel di saetên sibehê de berê xwe dan pakrewangehên şehîdan.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê bi komî di roja yekem a Cejna Qurbanê berê xwe dan pakrewangehên şehîdan û Cejna Qurbanê li hevdû pîroz kirin.

Li tevahî bajarên Cizîrê û Kobanê bi boneya Cejna Qurbanê gel di saetên sibehê de berê xwe dan pakrewangehên şehîdan.

Xelkê Dêrikê serdana Pakrewangeha Şehîda Xebat Dêrik kir. Xelkê Tirbespiyê serdana Pakrewangeha Şehîd Dilşêr kirin.

Li Qamişlo jî gel berê xwe dan Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan û xelkê Amûde jî çûn serdana Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir.

Li Hesekê jî malbatên şehîdan û xelkê Hesekê serdana Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê kirin. Li Dirbêsiyê jî gel serdana Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê kirin.

Her wiha Xelkê Til Temir serdana Pakrewangeha Şehîdên Til Temir kirin. Bi hezaran şêniyên Kobanê jî berê xwe dan Pakrewangeha Şehîd Dicla.

Şêniyên Heleb û Efrînê bi boneya Cejna Qurbanê di saetên serê sibehê de serdana gorên şehîdan kir. Şêniyan fatîhe li ser gorên şehîdan xwendin û gul danîn ser.

Komên girêdayî hikumeta demkî û yên dewleta Tirk dema êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de gorên şehîdan xirab kiribûn.

Komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker jî di sala 2018‘an de dema êrişî Efrînê kir, Pakrewangeha Şehîd Seydo ya li çiyayê Qaziqlî yê navçeya Cindirêsê xirab kir.

Her wiha li ser Pakrewangeha Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê Efrînê mêtingeh ava kir.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê bi komî di roja yekem a Cejna Qurbanê berê xwe dan pakrewangehên şehîdan û Cejna Qurbanê li hevdû pîroz kirin.

Share This Article