LI QAMIŞLO 7 CANGORIYÊN AZADIYÊ HATIN OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo, bi merasîmeke girseyî, cenazeyên 7 cangoriyên azadiyê li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.

Di merasîmê de malbatên şehîdan, şêniyên bajêr, endamê saziyan, şêx û rûspiyên herêmê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevlî bûn.

Beşdarên merasîmê cenazeyên şehîdan ji beradeya şehîdan ya li bajêr wergirtin û hata bi goristanê li ser milên xwe rakirin.

Di merasîma ku li goristanê hatiye lidarxistin de axaftin li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, hêzên leşkerî û rûspiyên herêmê hatin kirin. Axêveran soza şopandina rêya şehîdan û parastina xeta wan dan.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û cenazên şehîdan jî di bin durişim û tilîliyên dayikan de hatin oxirkirin.

Share This Article