MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A KOBANÊ BANGA BERDANA DÎLGIRTIYAN KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê ji bo dîlgirtiyên ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve hatibûn dîlgirtin, daxuyanî li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê bi amadebûna malbatên dîlgirtiyan da.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got: “Em di pêvajoya aştî û aramiyê de ne. Em ji gelê cîhanê re radigihînin ku em girtiyên xwe dixwazin, bila girtiyên me vegerin bajarê xwe û malbatên xwe. Bi sedan girtiyên me hene, lê heta niha girtiyên me nehatine berdan.

Daxuyaniya meclisê dewam kir û tê de hat gotin: “Em dixwazin dîlgirtiyên me beriya cejnê werin berdan û cenazeyên şehîdên me bidin me. Em li ser pêyan in û daxwaza dîlgirtî û cenazeyên şehîdên xwe dikin”.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê di daweiyê de bang li saziyên mafên mirovan kir ku zextekê li hikumeta demkî bikin da ku dîlgirtî di zûtirîn dem de werin berdan û vegerin nav malbatên xwe .

Share This Article