Ofîsa Teknîkî ya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo, di van rojên borî de dest bi pirojeya nûjenkirina Çarxerêya Zorê kir .
Ofîsa Teknîkî diyar kir ku li gel nûjenkirina çarexereyê, ew ê bi zimanê kurdî navê “Qamişlo” li têketina bajêr deynin.
Çarxerêya Zorê xaleke girîng û stratejîk e. Ev qad li başûrê bajarê Qamişlo dikeve, û herwiha yek ji xalên nêzîk û pêşîn ji belfirgeha navnetewî ya bajarê Qamişlo ye.
Piştî hilwşîna recîma Baas bi salekê, Ofîsa Teknîkî ya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo, dest bi pirojeyekê ji bo binesazî û nûjenkirina çarexereyê bi nivîsandina navê Qamişlo li ser qarmeyekê bi zimanê kurdî kir.
Hesen Hisên diyar kir ku armanca xebatên nûjenkirina çarexerryê ew e ku çandina daran û ronahîkirina çargoşeyê destanek estetîkî dide çarxereyê ku wekî damarek sereke li ser tora rêyên navneteweyî be.
Çarxerêya Zorê di dema rejîma Baas de hatibû paşguhkirin û bi temamî veguherîbû xaleke xirabûyî.
