Bi hatina meha Remezanê re, barê şêniyên Kobanê ku di dorpêçê de jiyan dikin girantir dibe.
Welatî diyar dikin ku di vê mehê de, gelek kel û pel li sûkên bajêr peyda nabin û ger hebin jî nirxê wan bilind in.
Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku ji 20’ê Çileyê ve Kobanê dorpêç kirine, rê girtine û nahêlin alîkariyên mirovî û bijîşkî derbasî bajar bibin.
Bi hatina meha Remezanê re, barê şêniyan girantir dibe. Di demekê de ku tiştên pêwîst ji bo vê mehê piranî li sûkên bajêr peyda nabin.
Der barê mijarê de dubare şêniyên bajarê Kobanê daxwazên xwe yên bidawîkirina dorpêçê anîn ziman, bi taybet di vê meha pîroz de.
Welatiyan behsa bilindbûna nirxên kelûpelan kirin ku ew jî yekser bandorê li debara wan dike.
Hikumeta Demkî ku her dem bi navê ola îslamê diaxive û xwe weke parêzvanê wê nîşan dide, ji 20 Çileyê ve û heta roja îro ku rastî meha Remezanê tê, xelkê bajarê Kobanê bê xwarin, av û hemû pêwîstiyên jiyanê hiştiye.
