Ofîsa Pêgihandinan a Kantona Firatê daxuyaniyek ji raya giştî re weşand û bi rêya wê sedemên qutbûna înternetê li Kantona Kobanê ji 18’ê Çileyê ve rave kir.
Daxuyaniyê piştrast kir ku sedema sereke rûxandina satsyona ku dide Kantona Kobaniyê ye. li gel wê kabloyên fîber bi zanebûn hatin birîn, û hemî alavên satsyonê hatin desteserkirin û dizîn.
Ofîsê diyar kir ku qutbûna înternetê li bajarê Kobanê rewşek alozî û kaosê çêkiriye. Tevî bang û hewldanên dubarekirî yên ji bo gihîştina satsyonê û tamîrkirinê, ev daxwaz bi temamî hatine redkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de, Ofîsa Pêgihandinan a Kantona Firatê ev kiryara xirabker şermezar kir û bang li rayedarên pêwendîdar kir ku rê bidin tîmên tamîrkirinê ku bi ewlehî bigihîjin cihên bandorbûyî, da ku hemî ziraran çareser bikin .
