Endamê Rêveberiya Asayîşa Kobanê Xelîl Osman Ebdo derbarê hevdîtina Şandeyek ji Asayîşa Kobanê bi rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hikumeta demkî re, axivî.
Xelîl Osman Ebdo derbarê vê yekê de diyar kir ku wan di civînê de mekanîzmayên pêkanîna bendên lihevkirina 29’ê Çileyê û dorpêça li ser Kobanê nîqaş kirine û li hevkirine.
