Kanala ROJAVA TV

OPERASYONA LEŞKERÎ YA RÛSYA LI DIJÎ UKRAYNAYÊ DI 34’EMÎN DE YE

Operasyona leşkerî ya Rûsya li dijî Ukraynayê di 34’emîn de ye û Artêşa Rûsya armancgirtina navend û baragehên leşkerî yên Ukraynayê dewam dike.

 

Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku wan navenda petrolê ya sereke li herêma Rêvên a Ukrayna rûxandin.

Li aliyekî din, bi navbeynkariya dewleta Tirk, îroj li Istenbolê danûstandinên nû di navbera Mosko û Kiyv dest pê kirin. Da ku çareseriyeke siyasî were dîtin. Lê herdû şandeyan silav li hev nekirin.

Beriya hevdîtin dest pê bikin, li peravên Maryopol di navbera artêşên Rûsya û Ukranyayê de şerekî dijwar rû da.