Kanala ROJAVA TV

BILINDBÛNA NIRXÊ DOLAR LI HERÊMÊ BARGIRANIYEK JI WELATIYAN RE ÇÊKIRIYE

Bilindbûna nirxê dolarê emerîkî li hemberî lîreya sûriyê hişt ku li bazarên navçeya Amûdê her tişt buha bibe û barê welatiyan giran bibe

 

kesên ku karê xirdekirina pereyan dikin dibêjin ku yek ji sedemên bilindbûna dolar li hemberî lîreya sûrî, li bazara reş gelek keysbazî çêdibe

Aloziya sûriyê ku zêdetirî 11 sal berdewam e bandoreke neyînî li nirxê Leyreya Sûrî li beramber dolarê Emerîkî kiriye

Li sûriyê bi giştî û li bakûr û rojhilatê sûriyê bi taybet di nava çend rojan de nirxê yek dolarê emerîkî gihişte 3780 lîreya sûrî, ev yek jî hişt ku li bazarê nirxê her tiştî buha bibe

Adil Mamo ku karê xirdekirina pereyan dike dibêje ku yek ji sedemên bilindbûna dolar li hemberî lîreya sûrî, li bazara reş gelek keysbazî çêdibe

Welatiyên Amûdê jî ji ber vê yekê dil giranin û dibêjin ku ji her aliyan de zirar gihştiye wan û heqdestê wan yên rojana têra wan nake

Bazirganê bi navê Fêsel Helîmê jî dibêje ku ji ber rewş li sûriyê ne aram e û aboriya wê ne girtiye ji ber wê bilindbûna dolar bandorê li ser aboriya wê dike

Pisorên aboriyê dibêjin ku eger rewş li cîhanê bi giştî û li sûriyê bi taybet wiha bimîne dê nirxê dolar bilindtir bibe û dê lîreya sûrî li beramberî wê têk here.