Ji bo nirxandina xebata xwe ya sala 2025’an û aşkerekirina plansaziya sala bê, Meclisa Cibcîkar a Kantona Reqayê, civîna xwe ya salane li dar xist.
Di civînê de hevserokên Meclisê, serokên sazî, ofîs û meclisên girêdayî wê û Meclisa Gel a Kantonê beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, hevserokê Meclisa Cibcîkar Meşleb El-Tirkan diyar kir ku ji sedî sed projeyên sala 2025’an temam bûne û ew ê xebatên sala nû bi heman hêzê bidomînin.
Ji aliyê xwe ve jî Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Sûriya Pêşerojê, Zelal Ceger rewşa siyasî ya ku li Sûriyê bi giştî û li Bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybet rû didin, nirxand.
Di dawiyê de jî berespektîvên Rêber APO û rapora salane ya karûbarên meclisê hat xwendin û tekezî bi şopandina karê desteyan û xebatkirin ji bo sererastkirina rêziknameyên navxweyî yên meclisê ahte kirin.
