Kanala ROJAVA TV

Rêveberiya Xweser 9 Zarokên Daiş’ê Radestî Şandeke Rûsî Kir

Rêveberiya Xweser 9 zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên li Kampa Roj a li Dêrikê radestî şandeyeke rûsî kirin.

Şandeyeke Rûsyayê bi serkêşiya cîgirê serokê Komseriya Mafên Zarokan a Serokê Rûsyaya Federal Sergey Igorevich serdana girînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Qamişloyê kir.

Cîgirên hevserokatiya Desteya Têkiliyên Derve Fener El-Giêt û Ebîr Êliya pêşwaziya şandeyê kir.

Piştî civînê Sergey Igorevich û Ebîr Êliya belgeyên radestkirinê îmze kirin.

Di civîna çapemeniyê de Ebîr Êliya da zanîn “Ev cara 8`an ku ew zarokan radestî Rûsyayê dikin, li gorî daneyên fermî yên her du aliyan; ji 2018`an ve heta niha 244 zarok hatine radestkirin.

Sergey Igorevich jî spasiya Rêveberiya Xweser kir û got: “Em her tim amade ne zarokan li malbat û xizmên wan vegerînin.