LI DÊRÊN QAMIŞLOYÊ ROJBÛNA PÊXEMBER ÎSA HAT PÎROZ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xiristiyanên bajarê Qamişlo di pîrozbahiyên rojbûna pêxember Îsa de merasîmê olî li dar xistin û hêviya aştiyê ji bo Sûriyeyê kirin.

Xiristiyanên bajarê Qamişlo ji demjimêr 8’ê sibehê ve bi hemû mezhebên xwe berê xwe dan dêran û cejna zanînê bi rêûresmên olî pîrozkirin.

Merasîmê pîrozbahiyê bi lêdana zingilan dest pê kir.

Piştre Xiristiyanên herêmê di rêûresman de hêvîkirin ku aştî û hezkirin li tevahî Sûriyê pêk were û saleke nû bi xweşî, ewlehî û aramî derbas bibe.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina dêran û derdora wan tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.

Share This Article