Yekitiya Ajokaran a Hesekê bi beşdariya ajokarên ji Hesekê, Til Temir, Şedadê, Dirbêsiyê û Til Birakê kongreya xwe ya 2’yemîn li bajarê Hesekê li dar xist.
Di kongreyê de endamên yekitiyê, nûnerên saziyan û gelek ajokarên ji Şedadê, Til Birak, Til Temir û Dirbêsiyê amade bûn.
Hevserokê Yekitiya Ajokaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Qasim Mistefa di kongreye de axivî û diyar kir ku kongire Li ser bingeha pêwîstiya rêxistina karê şofêran li herêmê û aktîfkirina rola wan a bingehîn hate lidarxistin.
Dûre li ser xebatên ajokaran sînevîzyonek hate pêşkirin. Piştî hilbijartina dîwanê, ajokaran pêşniyar û zehmetiyên xwe diyar kirin. Piraniya wan daxwaza zêdekirina mazotê bû.
Piştî nîqaşan Hazif Xelef û Role Elî wek hevserokên nû yên Yekitiya Ajokaran a Hesekê û mecliseke ji 5 endaman ji bo rêveberiya yekitiyê hatin hilbijartin.
