Di bin Dirûşmeya “Bi rihê şehîd şîlan û hevalên wê, em ê aştiyê bi dest bixin û civakek demoqratîk ava bikin”, meclisa jin a PYD’ê li Helebê şehîd şîlan bi bîr anî.
Çalakiya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtin û bi amadebûna şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, endamê saziyan û rêxistinên jinan hat lidarxistin.
Di çalakiyê de berdevka Meclisa jin a PYD’ê a Helebê Jiyan Berkel derbarê jiyana şehîd Şîlan de nirxandin kir û da xuyakirin ku riya şehîd Şîlan daye meşandin ew ê dewam bikin.
piştî axaftinan sinevizyonek derbarê jiyan şehîd Şîlan û hevrê wê de hat pêşandan.
