Di çarçoveya çalakiyên Roja Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, û ji bo tekez kirina rol û girîngiya jinan di werzîşê de, li Qamişloyê çalakiyek werzîşî bi beşdariya tîmên futbolê yên jinan û dibistanên taîkwandoyê hate lidarxistin.
Amadekarên çalakiyê tekez kirin ku beşdarbûna mezin ya tîmên jinan di vê pişbirkê de, tekez dike ku hişmendiya civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş e.
Di bin diruşma “Na ji Tundûtûjiya Li Dijî Jinan” îro li bajarê Qamişlo ya kantona Cizîrê bêşbirka werzîşê ya jinan dest pê kir.
Di pêşbirkê de, Tima jinên ciwan a sûriyê, dibistanên lîstoka Karate û hejmarek ji dilxwazên werzîşê dest pê kir.
Perpirsên pêşbirkê diyar kirin ku ev çalakî beşek ji kampanyayek hişyariyê ya têkoşîna li dijî tundûtîjiya li dijî jinan e û rola werzîşê di hêzdarkirina jinan û zêdekirina hebûna wan di warên werzîş û civakê de tekez dike.
Amadekaran tekez kirin ku beşdarbûna mezin ya tîmên jinan di vê pişbirkê de tekez dike ku hişmendiya civakî ya li bakur û rojhilatê sûriyê li pêş e û hêz daye jinan ku bi rola xwe rabin
Pêşbirka werzîşê li Stadyuma parka Azadî li dar ket û bi atmosferek pêşbazî û moralek bilind di navbera tîmên beşdar de, bi dawî bû.
