Di bin dirûşmeya “Bi hev re em civakeke demokratîk û komûnal ji bo bidawîkirina tundiyê ava dikin” Meclisa Giştî ya Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê forumeke diyalogê li Reqayê li dar xist.
Di forûmê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Mijara yekem: Tundiya siyasî û rola wê di dûrxistin û paşguhkirina beşdariya jinan di biryardariyê de bû, Mijara duyem: Tundiya civakî û bandora wê ya rasterast li ser jiyana jinan di nav civakê de bû.
Piştî şîrovekirina herdu mijaran derfet ji beşdaran re hat vekirin ku nêrînên xwe parve bikin û nirxandinên xwe bînin ziman.
Forûm bi çend pêşniyaran bi dawî bû, di nav wan de: Çalakiya hevbeş di navbera saziyên sivîl û siyasî de ji bo kêmkirina tundûtûjiya li ser jinan û berdewamiya lidarxistina rûniştinên diyalogê.
