Li bajarên Qamişlo û Dirbêsiyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, çalakiyên cûda hatin lidarxistin.
Beşdarên çalakiyan tekez kirin ku ew ê her dem ji bo bidawîbûna tundiya li dijî jinan di nava têkoşînê de bin.
Rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan li bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dikin.
Îro li bajarê Qamişlo Yekîtiya Ragihandina Jin bi hevkariya Yekîtiya Ragihandina Azad derbarê mijarê de semînerek bi serenavê ” Qanûnên Parastina Jinan di navbera Ezmûna Herêmî li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Peymanên Navneteweyî de” hat li darxistin.
Di semînerê de mijarên mîna Rastiya Qanûnên Parastina Jinan li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê; Mekanîzmayên Navneteweyî ji bo Parastina Jinan û Têkoşîna li dijî Tundiyê û Rola Medyayê di Pêşvebirina Çandek li dijî Tundiyê û Zêdekirina Hişyariya Mafên Mirovan de hat nîqaşkirin.
Beşdaran diyar kirin ku bi armanca naskirina erkê ku dikeve ser milê ragihandê ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan, ev semîner hat li dar xistin.
Bi heman armancê jî Kongra Star li bajarê Dirbêsiyê komxebatek di bin diruşma “Em bi hevre li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komînal ava bikin” li dar xist.
Bi dehan endamên Kongra Star, saziyên civaka sivîl, leşkerî û partiyên siyasî beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de piştî deqeyek rêzgirtin, mijarên mîna diyarkirina cureyên tundiyê û bîlançoya tundiya li dijî jinan li herêmê hatin nîqaşkirin.
Beşdaran tekez kirin ku ew ê her dem ji bo bidawîbûna tundiya li dijî jinan di nava têkoşînê de bin.
Çalakiyên ji bo 25’ê mijdarê bi vekirina deriyê nîqaş û pirsan bi dawî bû.
