ŞAREDARIYA GEL A TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şaredariya gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, civîna xwe ya salane li dar xist û kar û barê ku hatiye qedandin nîqaş kir.

Civîn bi beşdariya Endam û komîteyên şaredariyê, nûnerên meclîs û komînên herdu taxan pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê rapora salane ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi zimanên Kurdî û Erebî hate xwendin.

Di raporê de şaredariyê karê ku di nava vê salê de kiriye, diyar kir. Her wiha senvfizyoneke ku tê de pirojeyên ku şaredarî pê rabûye hate pêşkêşkirin.

Di dawiya civînê de, beşdaran nêrînên xwe parve kirin û şîretên ji bo pêşxistina xizemtguzariya herdu taxan hatin xwendin.

Share This Article