Şandeyek ji endamên Yekîtiya Parêzerên Kurd ên Li Almanyayê ku gera xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, serdana Rojava TV kir û li gel rêvberiya Televizyonê civiya.
Di serdanê de gelek mijarên der barê kar û xebatên ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatin nîqaşkirin.
Her wiha kar û xebatên ku di nava televizyona Rojava TV de tê kirin, sîstema kar û bernameyên ku têne amadekirin, mijara civînê bû.
Li aliyekî din, şandeyê şîroveya xwe ya li ser rewşa ku Sûriyê tê re derbas dibe pêşkêş kir û bal kişand ser rola ragihandinê di eşkerekirina rastiyan de.
Gera Şandeya Yekîtiya Parêzerên Kurd bi dîtina hemû beşên Rojava Tv bi dawî bû.
