Di bin diruşma “Ajokarî Huner û Exlaq e” ajokarên Kantona Firatê konferansa xwe ya sêyemîn Li bajarê Kobanê li dar xistin.
Di konfiransê de bi dehan endamên Rêveberiya Xweser, Partiyên Siyasî, TEV-DEM û Yekîtiya Ajokarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amede bûn.
Konfirans bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre şîroveyeke berfireh li rewşa siyasî ji aliyê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya kantona Firatê Bozan xelîl ve hate kirin.
Piştre li ser navê Yekîtiya Ajokarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axaftin hatin kirin û bal hate kişandin ser giringiya lidarxistina konfiransa sêyemîn di rewşeke wisa de.
Yekîtiyê rapora du salan û rewşa rêxistinî ji beşdaran re xwend, û nirxandin li ser wan hate kirin.
Di dawiyê konfiransê de, hevserokên nû yên Yekîtiya Ajokarên Kantona Firatê hatin hilbijartin.
