ŞÊNIYÊN TEBQAYÊ KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Şêniyên kantonên Tebqa û Reqayê û koçberên Efrîn û Şehbayê bi 2 xwepêşandanan Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Şêniyên herdu kantonan diyar kirin ku Kilîta çareseriya aloziyên herêmê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Şêniyên kantonên Tebqa, Reqayê û koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku li kantonê dimînin ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meş li dar xistin.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li bajarê Tebqayê xwepêşandanek li dar xist.

Di xwepêşandanê de bi sedan endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê, partiyên siyasî, meclisên sivîl, rêxistinên civaka sivîl, rûspî, serokeşîr û oldar beşdar bûn.

Meş ji taxa Yekemîn a kantonê dest pê kir û li Taxa Duyemîn veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê endamê însiyatîfê Husên El Dixêm hate kirin.

Husên El Dixêm diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê ji bo dibistanekê veguhast ku jê fikrê neteweya demokratîk ji bo tevahî cîhanê ragihand.

Şêniyên kantona Reqayê jî bi xwepêşandanekê girseyî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Apo şermezar kirin.

Bi sedan nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û nûnerên partî û rêxistinan beşdarî meşê bûn.

Meş ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a berê dest pê kir û li Qada Jina Azad veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Azadiya Rêber Apo, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Leşkerî ya Kantona Reqayê ve hate kirin.

Axêveran diyar kirin ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan şoreşeke fikrî û civakî çêkir û bi saya fikrê rêber Apo jin di avakirina civaka demokratîk de bûne bingeh.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Share This Article