Ji bo şermezarkirina êrîşên hêzên Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û piştgiriya gelê herdu taxan, li seranserî herêmê çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.
Çalakvanan bang li Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kirin ku van kiryaran rawestîne û derî li fitne û parçebûna civakî bigre.
Şeva borî, hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi çekan êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin û hewl dan bikevin her du taxan, lê Hêzên Ewlekariya Hundrîn bersiv da û êrîş têk birin.
Ji bo şermezarkirina van êrîşan û piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li seranserî herêmê çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.
Koçberên Efrîn û Şehbayê yên li Kantona Reqayê bi armanca şermezarkirina êrîş û dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Hikumeta Veguhêz bi heman hişmendiya rêjîma rûxyayî, dixwaze taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç bike û welatiyan qir bik-10-2025
LI aliyekî din Partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl yên kantona Firatê daxuyanî dan û
Partiyên anîn ziman ku kiryar û rageşiya duh çêbûye, peymana 10’ê Adarê û peymana 1’ê Nîsanê ya ku di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û nûnerên hikumeta veguhêz de, hatibû îmzekirin binpê dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev êrîşên ku li ser herêmê pêk tên, hewildaneke ji bo derxistina şerekî navxweyî di sûriuyê de û divê Hikumeta veguhêz a sûriyê berpirsyariya van êrîşan rake.
Her wiha Kombûna jinan a Zenûbiya jî daxuyaniyek derbarî êrîş û dorpêça li ser Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê da û diyar kir ku bi hezaran welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêç û êrîşên bêserûber rastî gefan tên.
Kombûna Jinan a Zenûbiya bang li rêxistinên navdewletî û Rêxistina Mafê Mirovan kir ku bi erkê xwe yê exlaqî rabin û rê li ber van sûc û binpêkirinan bigirin.
