Navenda Şûştina Gurçikan a li bajarê Hesekê ji nû ve hate vekirin û amûrên pêşketî jê re hatin danîn.
Navend xizmetên xwe yên tendirustiyê bi awayekî bê beramber pêşkêş dike û hin cûreyên dermanan jî bê pere dabîn dike.
Di dema Rêjîma rûxiyayî de gelek navendên xizmetguzariyê ji xizmetê hatibûn derketin, lê piştî rûxîna wê rêjîmê rêveberiya xweser berê xwe da wan navendan û ji nû ve ava kirin.
Yek ji wan cihan navenda Şûştina Gurçikan a li bajarê Hesekê ye ku niha ji nû ve hate vekirin û amûrên pêşketî jê re hatin danîn.
Navend xizmetê pêşkêşî nêzî 110 nexweşan dike û rewşa wan jî baştir dike.
Navenda Şûştina Gurçikan xizmetên xwe yên tendirustiyê bi awayekî bê beramber pêşkêş dike û hin cûreyên dermanan jî bê pere dabîn dike.
Navenda Şûştina Gurçikan ya ku li bajarê Hesekê ye, rojane nexweşan pêşwazî dike û di rojê de 35 caran û di mehê de hezar carî gurçikên nexweşan dişû.
