Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, serdana rûspiyên Ereb ên bajarê Hesekê kir û peyama Rêber Abdullah Ocalan radestî wan kir.
Insiyatîfê di serdanên xwe de, hevdîtin li gel êla El-Cihêş, êla El-Bû Xetab, êla El-Bû Hemdan, qebîleya El-Cebûr, qebîleya El-Begara, êla El-Sade El-Neîm yên bajarê Hesekê kirin.
Di serdanan de rûspiyan, diyar kirin ku peyama Rêber Abdullah Ocalan di cewherê xwe de, bangeke durist a aştiyê, jiyana hevbeş û xurtkirina biratiyê di navbera pêkhateyan de ye.
Şandeyan jî piştrast kir ku divê ev peyam bigihêje tevahî êlên ereb û di heman demê de gotin: “rola êlên ereb di parastina ewlehî û aştiyê de gelekî girîng e”.
