Desteya çand û kevneşopiyan ya kantona Tebqayê îro 4’mîn festîvala kelepora resen li navenda çandê a kantonê lidarxist.
Festîval bi beşdariya welatiyên kantonê, saziyên sivîl û leşkerî hat lidarxistin.
Festîval bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre axaftin ji aliyê Desteya çand û kevneşopiyan ya kantona Tebqayê ve hatin kirin.
Axêveran behsa nimûneya rêveberiya xweser, biratiya gelan û jiyana hevbeş kirin.
paşê jî komên sitran û govendê berhemên xwe yên humerî pêşkêş kirin.
Festîval bi gerandina govendê ji hêla beşdaran ve bidawî bû.
